Li Colemergê mînîbusa xwendekaran wergeriya: 2 mirî, 5 birîndar

Li Colemergê mînîbusa xwendekaran wergeriya: 2 mirî, 5 birîndar

PeyamaKurd – Li navçeya Rûbarok a Colemergê mînîbusa xwendekarên dibistanê wergeriya û di encama qezayê de 2 xwendekaran can da, 5 jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku mînîbûsa ku xwendekar dibirin dibistanê, wergeriyaye û xwendekarek li cihê bûyerê can da.

Herwiha 6 xwendekar û ajavanê birîndar jî bi ambulansan rakirine nexweşxaneya Şemzînanê.

Li gorî zanyariyan du xwendekarên birîndar tevî hemû hewlên pizîşkî jî jiyana xwe ji dest dane û 2 xwendekarên birînên wan xedar in jî bi helîkopterê bo nexweşxaneya Wanê hatine veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin