Li Diyarbekirê jimareya 112 êdî Kurdî jî alîkariyê dide

Li Diyarbekirê jimareya 112 êdî Kurdî jî alîkariyê dide

PeyamaKurd – Ji niha û pê de ji bo hemû rewşên lezgîn, welatiyên Diyarbekirê êdî dikarin li jimereya 112an bigerin û bi Kurmancî, Zazakî û Tirkî daxwazên xwe bêjin û alîkariyê werbigrin.

Di derbarê vê de Parêzgariya Diyarbekirê ragihand, ji bo çareserkirina pirsgirêkên welatiyan û rewşên lezgîn, wan hemû hejmarên hawarçûn û arîkariyê di bin banê yek jimareyê de kom kirine.

Êdî welatî dê tenê li jimareya 112 bigerin û bikaribin ji bo rewşên lezgîn alîkariyê werbigirin. Li gorî rewşê, karmendên li navenda rewşên lezgîn dê daxwaza welatiyan beralî bike û tîmên hawarçûn û arîkariyê bişînin cihê bûyerê. Welatî dê bikaribin daxwazên xwe bi Kurmancî û Zazakî û Tirkî jî bînin zimên. Heta niha her saziyekê jimareyên wan ên cuda hebûn ango jimareya polîs û cenderme û agirkuj û ambulans û daristan û hwd hebûn. Ji 81 bajarên Bakur û Tirkiyeyê, niha li 47 bajaran êdî hemû jimareyên hawarçûn û arîkariyê di bin banekê de hatine komkirin.

Herwiha Parêzgarê Diyarbekirê Munîr Kararoglu li ser vê pergala nû got: “Ev pergaleke hemdem e. Ji bo bajarê me li ser xêrê be. Diyarbekir bajarekî pirziman e. Dê welatî ne tenê bi Tirkî lê dê bi Kurmancî û Zazakî jî bikaribin daxwazên bînin zimên.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin