Li Diyarbekirê "Rojên Filmên Ekolojîk" tê li dar xistin

Li Diyarbekirê "Rojên Filmên Ekolojîk" tê li dar xistin

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê Komeleya Ekolojiyê wê Rojên Filmên Ekolojîk li dar bixe. 

Hat zanîn, Komeleya Ekolojiyê di navbera 6-8ê Gulanê de ji bo balê bikişîne ser talankirina ekolojiyê, şahiya Rojên Filmên Ekolojîk li dar dixe.

Şahiya ku bi piştevaniya ekolojîstan tê lidarxistin de, filmên wek “Kevir û Av” ê Nalîn Acar, “Dîroka Mirina Avê” ya Elî Ergul, “Tovê Xerab” ê Ethem Ozguven, “Eşêvvan, Xewn, Giha” yê Zelal Adak, “Mehla Qore” yê Fatma Çelîk, “Çengek Genim” ê Ardîn Dîren cih digirin. Herwiha wê derhênerên filman piştî nîşandana filman gotûbêjan bikin. 

Cih û dîroka filmên bên nîşandan wiha ne: 

6ê Gulanê

 ‘Kevir û Av’ û

‘Dîroka Mirina Avê’ –

Navenda Hunerê ya Mordemê - saet 19.00

7ê Gulanê

‘Eşêvvan, Xewn, Giha’

‘Tovên Xerab’

‘Baxçeyê Aromatîk ê Tibî yê Gaia Ekolojî - saet 19-30

8ê Gulanê

‘Mehla Qore’

‘Çengek Genim’

‘Hewş Kafe - saet 19-30”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin