Li Diyarbekirê telefona destan teqiya: 5 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê telefona destan teqiya: 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Rezan a bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, ji ber sedema jibîrkirina telefona destan di şarjê de, agir bi malekê ket û 5 kes ji ber duxanê jehrî bûn.

Hate zanîn ku li taxa Muradiye ya navçeya Rezan, şevê din, li malekê telefona destan a di şarjê de teqiyaye û agir derketiye.

Di encama şewatê de ji ber duxanê dayikek û 4 zarokên wê bi jehrê ketin û bo nexweşxaneya Selahattîn Eyyûbî hatin veguhestin ku rewşa tenduristiya wan cîgir e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin