PeyamaKurd- Hate ragihandin li Duhokê hemû amadekariyên bo pêşwazîkirina geştiyaran di Cejna Remezanê de hatine kirin.
Berpirsê Tûrîzmê yê Duhokê Dr. Xeyrî Elî ragihand ku wan amadekariyên bo pêşwazîkirina geştiyaran di cejnê de kirine û ew niha 30 acenteyên tûrîzmê di nav danûstandinê de ne.
Xeyrî Elî da zanîn ku wan ji bo pêşwazîkirina geştiyaran li navenda Duhokê û navçeyên Şêxan, Amedî û Akreyê rêbernameyên danasînê belav kirine û niha li ser albuma geştiyariyê dixebitin ku ew ê jî piştî cejnê temam bibe.
Herwiha Elî bibîr xist ku ji ber li Iraq û Herêma Kurdistanê rojên cejnê dikevin dema ezmûna xwendekaran, dibe ku di betlaneya cejnê de geştiyarên iraqî zêde berê xwe nedin Duhokê.
Xeyrî Elî da zanîn ku ji ber bobelata lehiyê di hin cihên geştiyariyê de ziyan çêbûne û ew niha ligel komîteyekê dixebitin ku wan deveran ji geştiyaran re amade bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin