Li Efrînê keça Kurd a Êzidî hat azadkirin

Li Efrînê keça Kurd a Êzidî hat azadkirin

PeyamaKurd Li bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, keça Kurd a Êzidî Arîn Dilî Hesen ku ji aliyê çekdaran ve hatibû girtin, hat azadkirin.

Li gor zanyariyên xwecîhî, keça Kurd a Êzidî Arîn Dilî Hesen ya 21 salî, xelka gundê Qîmarê ye, roja 27ê Sibatê li ji aliyê çekdarên Hemzat hatibû girtin û roja Sêşemê li Efrînê hat azadkirin.

Roja 28ê Gulana 2020ê, piştî derketina şer di navbera koma el-Hemzat û komeke çekdarên Xûteya Şamê de, hejmarek çekdarên Xûteyê girtin ser baregeha el-Hemzat ya li navenda bajarê Efrînê.

Wê demê 11 jinên Efrînî di nav wê baregehê de girtî hatibûn dîtin, yek ji wan Arîn Dilî Hesen bû.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji 18ê Adara 2018 ve, piştî êrîşeke ku 58 rojan dom kir, ket bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ku Enqere piştevaniya wan dike..

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin