Li Efrînê milîsên Tirkiyê welatiyekî Kurd revandin

Li Efrînê milîsên Tirkiyê welatiyekî Kurd revandin

PeyamaKurd – Li gundewarê navçeya Cindirisê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, milîsên Tirkiyê roja Çarşemê piştî nîvro welatiyekî Kurd dema diçû nava erdê xwe revandin û birin cihekî nediyar.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, li navçeya Cindirêsê welatiyê Kurd bi navê Ehmed Hiso Gul dema ku li nava erdê xwe dixebitî ji aliyê komeke çekdar ku nehatiye naskirin girêdayî kîjan milîsan in, hat revandin.

Hat diyarkirin: ‘‘Dema çekdaran Hiso Gul revand li wî da û telefona wî jê standin û birin cihekî nediyar. Niha çekdar li gel xwediyên wî beramberî berdana wî bi fidyeyên malî ketine pêwendiyê.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin