PeyamaKurd- Li bajarê Ezirganê di qeza ya ku otomobîlekî û jîpekî lihev ketin de, 4 kes birîndar bûn. Bo cejna xwe derbas bikin, kesên ku ji bajarê Baybûrtê diçûne Xarpêtê, li ser rêya Ezirganê û Gumuşxaneyê qeza kirin. Di qezayê de her du ajotvan, Süreyya Mutlu û Didem Micazoğlu Çakmak birîndar bûn.
Tîmên acilê yên 112 an birîndaran birin Ezirganê nexweşxane ya Mengücekê ya Zanko ya Binali Yıldırım. Talûka mirinê ya birîndaran nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin