Li Germiyanê rojên cejnê melevanî hat qedexekirin

Li Germiyanê rojên cejnê melevanî hat qedexekirin

PeyamaKurd - Berpirsê ragihandina qaymeqamiya qeza Kelarê Sîrwan Hesen ragihand ku ji ber hatina geştiyarên zêde bo navçeyê û bi armanca rêgirîkirina li bûyerên nayên xwestin, di rojên cejna qurbanê de, melevanîkirin li hemû navçeyên geştiyariyê tê qedexe kirin.

Li gor nûçeya Basnewsê Sîrwan Hesen gotiye: “Cejna qurbanê ya îsal wek salên borî ji aliyê geştûguzar a Germiyanê ve dê pêşwazî li geştiyaran bê kirin û rêbera geştiyarî û naylon poşet dê li ser wan bên dabeşkirin.”

Hesen herwiha da zanîn ku ji salên bêrê cudatir dê îsal di rojên bêhnvedana cejna qurbanê de, wê li hemû navçeyên geştiyariyê melevanîkirin qedexe be û armanc jî ji ber hatina zêde ya geştiyaran rêgiriya bûyerên nayên xwestin e.

Berpirsê ragihandina qaymeqamiya qeza Kelarê diyar kir ku ji bo ji aliyê hemwelatiyan ve qurban zêde tê serjêkirin, ji ber wê biryar hatiye dayîn di rojên cejnê de 24 demjimêr cihê serjêkirina sewalan vekirîbin, bo kontrolkirina rewşê û ji bo ku sewal bi awayekî tendirust bên serjêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin