PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 17ê Gulana 2026an di demjimêrên berê sibehê de, bûyereke dilsoj û xemgîn di nav Girtîgeha Jin û Zarokan a Silêmaniyê de rû da. Li gorî zanyariyên destpêkê, girtiyekî nûciwan ê 16 salî ku di nav girtîgehê de jiyana xwe ji dest daye.
Hat zanîn ku termê wî di nav serşoka girtîgehê de hatiye dîtin, lê fikar û pirsên li ser çawabûna bûyerê hene.
Heta niha sedema rasteqîn a mirina vî xortê nûciwan bi fermî nehatiye eşkere kirin. Piştî dîtina termê wî, aliyên peywendîdar û tîmên tendurustiyê destwerdan kirin û lêkolîneke berfireh li ser vê bûyera gumanbar dest pê kiriye. Ji bo tespîtkirina sedema mirinê, çav li raboriya bijîşkî ya girtî û encamên pişkinîna pizîşkiya dadwerî ye.
Hêjayî gotinê ye, heta niha Rêveberiya Girtîgeha Jin û Zarokan a Silêmaniyê ti daxuyanî an zanyariyeke fermî ji bo raya giştî li ser bûyerê belav nekiriye.
Ev bûyera xemgîn di nava malbatan û çalakvanên mafên mirovan de fikarên mezin derbarê şert û mercên girtîgehên nûciwanan de afirandiye. Raya giştî li Silêmaniyê daxwaz dike ku demildest encamên lêkolînê bi awayekî şefaf werin eşkere kirin û bang li saziyên çavdêriyê tê kirin ku tedbîrên ewlehiyê û rewşa tendurustiya derûnî û laşî ya girtiyên temenbiçûk bixin bin kontroleke tundtir.