PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navca Gölbaşıyê ji bo xwe hînik bikin 2 zarok yên bi navê Talal Al-Sinjar (13) û hevalê wî Abdullah Al-Sajer ketin ava goletê û di nav avê de fetisîn.
Tîmên îtfaiyê di kûrahiya 4 metreyan de cesedên zarokan ji nav ritamê derxistin.
Dema zarok ketin avê, bi malbatên xwe re çûbûn pîknîkê. Dema zarok ji avê derneketin, malbat xeberê dan tîmên 112an.
Piştî îtfaiye cesedan ji avê derxişstin, ji bo otopsiyê birin morga nexweşxanê ya tib a edlî.