Li Helebê 2 xwendekarên Kurd hatin revandin

Dîroka Weşanê :
Li Helebê 2 xwendekarên Kurd hatin revandin

PeyamaKurd- Li bajarê Helebê, komên ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve du xwendekarên zanîngehê yên bi navê Bangîn Ebod û Ehmed Welîd Omer ku xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ne, revandin.

Ev her du ciwanên Kurd di beşa Endezyariya Sivîl de dixwînin, dema ji zanîngehê vedigeriyan malên xwe, li nêzî kolana El Zihor di bin gefa çekan de hatine girtin û li gorî çavkaniyan agahî ji wan nayê girtin.

Malbatên her du xwendekaran bi bangeke lezgîn gotin ku zarokên wan tenê ji ber nasnameya xwe ya niştecihbûna li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine girtin û tu têkiliya wan bi siyasetê re tune ye.

Malbatan bang li raya giştî û aliyên peywendîdar kir ku ji bo eşkerekirina aqûbeta zarokên wan û berdana wan a bilez destwerdanê bikin, daku bikaribin perwerdehiya xwe ya zanistî berdewam bikin.