'Li Hesekê û Qamislo di navbera HSD û TSKê de ser derket'

'Li Hesekê û Qamislo di navbera HSD û TSKê de ser derket'

PeyamaKurd – Ajansa Nûçeya Farsê (FNA) îdia kir ku li bakurê Helebê û herêma Hesekê di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Artêşa Tirkiyê (TSK) de şer û pevçûnên dijwar qewimîne.

FNA nûçeya xwe dispêre malpera Step Newsê ku nêzîkî komên opozîsyona Sûriyê ye û dibêje, artêşa Tirkiyê li bakurê Qamişlo, Hesekê û deverên sînorî yên nêzîkî Tirkiyê êrîşê tund kirine û di pevçûnên navbera wan û HSDê de yekîneyên taybet ên tirk jî beşdarî kirine.

Di nûçeyê de tê îdiakirin ku şer û pevçûn piştî ku hêzên HSDê êrîş biriye ser xaleke leşkerî ya li Nisêbînê dest pê kiriye.

Li aliyê din Ajansa Nûçeyan Hawar a girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojava jî da xuyakirin ku artêşa Tirkiyê êrîşî gundên Balunieh, Harbal û Şêx Îsa yên bajaroka Til Rifet a bakurê Helebê kiriye.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku HSDê li du armancên TSKê xistiye û 3 leşkerên tirk hatine kuştin, lê hîn ev nûçe nehatiye piştrastkirin.

Rawengeha Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) jî şer û pevçûnên navbera grubên opozîsyonê û HSDê piştrast kir û ragihand ku şer û pevçûn li dorûbera gundên Harbal û Şêx Îsa qewimîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin