Li Îdlibê agirbest hat binpêkirin, NBHyeke hat xistin

Li Îdlibê agirbest hat binpêkirin, NBHyeke hat xistin

PeyamaKurd - Li bajarên Îdlib, Hema û Helebê agirbest hat binpêkirin û binkeya Himeymîm rastî êrîşa navgîneke hewayî ya bê pîlot (NHB) hat.

Li gor çavkaniyên herêmî, duh bi şev, hêzên hikûmeta Sûriyê gundê Tiqad li rojavayê Helebê, gundê Fetîre li başûrê Îdlibê û bajarokê Qestûn li bakurê Hemayê topbaran kirine.

Herwiha li bakurê Hemayê, şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û komên çekdar de li nêzîk gundê el-Ziyare derketine.

Ji aliyekî din ve, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê Tirkiyê ve, bi balafirên bê pîlot êrîşî binkeya Himeymîmê kirine li hêzên berevaniya asmanî li bajarê Lazkiyê bersiva wan dane.

Rûsya û Tirkiyê de di çarçoveya Rêkeftina Moskowayê de, li Idlibê agirbest ragihandibû û biryar hatibû dayîn ku dewriyeyên hevbeş bigerînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin