PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeya îro ya Kovid-19 ê belav kir. Îro li herêma Kurdistanê 10 kes bi sedema Kovid-19 ê mirine û 140 nexweş baş bûne. Rewşa dinê ya li herêma Kurdistanê weha ye:
12.253 kes heya îro bi nexweşîna Kovid-19 ê ketine.
6.753 nexweş heya niha baş bûne.
131 kes îro girtine karantînayê.
1.530 kes niha di karantînayê de ne.
5.044 nexweş tedawiya wan dewam dike.
474 nexweş heya niha mirine.
10 nexweş îro mirine.
140 nexweş îro baş bûne.
215 kes îro testên wan posîtîv derketine.
2.281 test îro hatine kirin.
Kesên ku îro mirine li Hewlêrê 3, li Silêmaniyê 6, li Germiyanê 1 e.
Li Hewlêrê 76, li Silêmaniyê 72, li Germiyanê 39, li Helebçeyê 14, li Duhokê 11 û li Raperînê 3 nexweş hatine tesbîtkirin.
Îro li Hewlêrê 113, li Duhokê 12, li Helebçeyê 9, li Germiyanê 6, bi temamî îro 140 nexweş baş bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin