PeyamaKurd- Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku vê sibehê li navçeya Yeşîlyurtê ya Meletiyê erdhejek çêbû.
Di daxuyaniya AFADê de hat diyarkirin ku vê sibehê saet di 09:28an de li Yeşîlyurta Meletiya Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi hêza 4,3 çêbû.
Hat diyarkirin ku erdheja navborî 6,95 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin