Li Meletiyê li pey hev du erdhej çêbûn

Li Meletiyê li pey hev du erdhej çêbûn

PeyamaKurd - Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê îro 27ê Nîsanê li pey hev du erdhej çêbûn. Herdu erdhejên ku bi pileyên 3,9 û 4,4 rûdan bûn sedema tirs û xofê.

 Serokatiya Birêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand, li navçeya Battalgaziya Meletiyê du erdhejên bi mezinahiya 3,9 û 4,4 rû dan. Herdu erdhej li demjimêrên 15:41 û 15:42yan çêbûn.

Hat diyarkirin ku erdheja yekem di kûrahiya 13,27 kîlometreyan de û ya duyem jî di kûrahiya 16,36 kîlometreyan de pêk hatiye.

Parêzgerê Meletiyê Serdar Yavuz, piştî erdhejan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku heta niha tu agahdariyeke ser ziyanan negihîştiye ber destê wan.