PeyamaKurd - Îro (11ê Adara 2026an) li navçeya Goksû (Göksun) ya bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê erdhejek pêk hat. Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşên Awarte (AFAD) ragihand ku lerza erdhejê 4.0 bûye.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera fermî ya AFADê hatine parvekirin, erdhej di saet 13:58an de çêbûye. Hat diyarkirin ku navenda erdhejê navçeya Goksûyê ye û kûrahîya wê jî 7 kîlometre di bin erdê de hatiye tespîtkirin.
Heta niha derbarê ziyanên canî an jî madî de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Erdhej li navçeyên derdorê jî hate hiskirin.