PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Farqînê li nahiya Sêdeqnê (Bayrambaşı), jinekî ku hirmiyan diçinî, bi gula demançê birîndar bû ku kes nizane gule ji ku de hat û kî berda. Jin a bi navê İpek Baykuşak bi gulê birîndar bû. Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn ciyê bûyerê.
Baykuşak, bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Farqînê ya Dr. Yusuf Azizoğlu. Ji wir jî sewqê nexweşxana lêkolîn û perwerdê ya Diyarbekirê ya Gazi Yaşargil kirin. Dermankirina İpek Baykuşak dewam dike.
Ji bo kesê demançê berdaye, lêkolîn û lêpirsîna cendirman dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin