Li navçeya Licê qedexeya derketina derve

Li navçeya Licê qedexeya derketina derve

PeyamaKurd- Li gundên navçeya Licê ya bi ser Diyarbekirê, qedexeya derketina derve bo 2 taxan û 5 mezrayan ji aliyê parêzgeha Diyarbekir ve hat ragihandin.

Di van her 7 jîngehan de, wê li dijî PKKê operasyon bên kirin. Taxên operasyonê çiya û daristanin. Parêzgeh ragihand ku qedexe di 23 yê mehê de an ku îro ji 6 ê beyanî destpêdike û heya wexteka ne diyar dê dewam bike. Bi vê sedemê çûn û derketina van deveran bi îzna hêzên cendirme û hêzan emniyetê ve hatiye girêdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin