PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 13ê Nîsanê li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê, Gundê di navbera du malbatan de pevçûn derket û çek hatin bikaranîn.
Li gorî zanyariyan, di encama pevçûna navbera her du malbatên bi paşnavên Ozçîftçî û Kiran de ku esnaftiyê dikin, kesê bi navê M.O jiyana xwe ji dest da û 3 ji wan bi giranî 6 kes jî birîndar bûn.
Birîndar bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hatin veguhestin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Li gorî zanyariyan, pevçûn li ser prîketan derketiye û piştî bûyerê 3 kes jî ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine binçavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin