PeyamaKurd – Li Kurdistana Başûr li navçeya Akrê Newroz hat pîrozkirin. Alayên Kurdistanê yên mezin û hezar meşale hatin vêxistin û ber bi çiyayê pişt Akrê de xort meşiyan.
Li Akrê amadekariyên Newrozê ji aliyê 200 xortan de hat kirin. Xort, her weha li çiyayê pişt Akrê aleka mezin ya Kurdistanê daleqandin. Meşale, fişekên hewayî û ala bi ebadên 65X12 metre hat daleqandin. Dîmen û vîdeoyên pîrozbahiya Newroza Akreyê ji aliyê Rûdawê de hatin belavkirin.
Li payîtexa Kurdistanê li Hewlêrê li ser keleha wê agirê Newrozê ji aliyê Parêzgerê Helwêrê û grûbekî de hat vêxistin. Bi sedema Kovid-19 ê zêde kes tevlî pîrozbahiya kelehê nekirin. Agirê Newrozê yê Kela Hewlêrê ji aliyê parêzger Umîd Xoşnaw û malbatên şehîdan ve hat vêxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin