Li Qendîl, Garê û Asosê li 25 xalan êrîşên hewayî hatin kirin

Li Qendîl, Garê û Asosê li 25 xalan êrîşên hewayî hatin kirin

PeyamaKurd – Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ragihand ku li Herêma Kurdistanê herêmên Gare, Qendîl û Asosê yên hewayî bomberdûman kirine.

Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) li Qendîl, Hakurk, Metîna û Garê yên Herêma Kurdistanê li dijî 25 xalên PKKê êrîşa hewayî li dar xistin.

Derbarê mijarê de ji aliyê Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di 26ê Tîrmeha 2024an da li bakurê Iraqê li herêmên Gara, Qendîl û Asosê li dijî hedefên terorîstan operasyonên esmanî bi şev hatin kirin. Di operasyona esmanî ya ku hat kirin da 25 hedefên ku ji şikeft, kozik, sitargeh, embar û tesîsên rêxistina terorê yên ku ji teref Rêxistina Terorê ya Cudaxwaz (BTÖ) ve dihatin bikaranîn û terorîstên berpirsyar jî di nav de ne, hatin îmhekirin. Hat diyarkirin ku di vê operasyonê de bi bikaranîna herî zêde cebilxaneyên xwemalî û neteweyî gelek terorîst hatin berterefkirin.