Çawîşê pispor amblema JİTEMê li ser ereba xwe ya Torosê danî lê ji ser kar hat girtin

Çawîşê pispor amblema JİTEMê li ser ereba xwe ya Torosê danî lê ji ser kar hat girtin

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê li navça Qilaba (Uludere) çawîşekî pispor k udi alaya cendrimeyan de dixebitî, amblema JİTEMê li ser ereba xwe ya Torosê xist û li ser amblemê weha digot:

“Tenê mirî dikarin bibînin”

Çawîşê pispor yê bi navê H.T. ket ber lêpirsînê û di çarçova lêpirsînê de ew ji ser kar girtin. Lêpirsîn ji aliyê parêzgehê de hat kirin.

Mijara Erebên Torosê ewe ku di salên 1990an de, ji aliyê JİTEMê de dihatin bikaranîn, xelkê digirtin û dibirin lêpirsînê, xelkê îşkence dikirin û dikuştin. Navê kuştinê jî dibû “kuştinên kirdeyên wan nediyar”.

Bi vî rengî, li Kurdistanê li dora 16 hezar kuştin hene ku hê jî dosyayên wan nehatine aşkerakirin.

Li ser vê bûyerê, li navça Qilaban (Uludere) jî xelk ket nav tevgerê û nerazîbûna xwe diyar kir.