ENKSê êrîş û binpêkirinên komên çekdar ên Efrînê bi tundî şermezar kir

ENKSê êrîş û binpêkirinên komên çekdar ên Efrînê bi tundî şermezar kir

PeyamaKurd - Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser binpêkirinên li herêma Efrînê ya dagirkirî daxuyaniyek belav kir û ew binpêkirin bi tundî şermezar kirin.

ENKSê bang li civaka navdewletî jî kir ku ji bo rawestandina wan tawanan zextan li Tirkiye û komên çekdar bikin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKS li ser binpêkirinên li Efrînê îro (Duşem, 16.09.2024) ragihand, “Ji wê demê ve ku herêma Efrînê ketiye bin kontrola grûpên çekdar ên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên piştevanîkirin, herêm rastî hejmareke binpêkirinên giran û sîstematîk hatiye ku weke tawanên li dijî mirovahiyê ne.”

ENKSê da xuyakirin, “Ev alî bac û maldariyên zêde li ser sivîlan ferz dikin; ji bo vegerandina mal û erdan 5 hezar dolaran û ji bo her dareke zeytûnê jî 8 dolar."

Hate gotin, “Tevgera Sultan Silêman Şah welatiyê Kurd Îdrîs Ebû û 4 kesên din ji gundê Kaxirê (Ekî Axor) revandin û 11 hezar dolar fidye xwestin, dema ku nekarîn fidyeyê bidin, hatin îşkencekirin û girtin.”

ENKSê eşkere kir, “Dema ku jinên gund li ber baregeha fraksiyonê xwenîşandan kirin, hatin gulebarankirin, herwiha gund ji aliyê leşkerî ve hat dorpêçkirin û hemû rêyên ragihandinê jê hatin qutkirin û di encamê de gelek jin birîndar bûn."

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê da zanîn, “Herêm ji Tîrmeha 2024ê û vir ve bûye şahidê gelek şewatan, ku qadên berfireh ên zeviyên çandiniyê û daristanan wêran kirine."

ENKSê bi tundî ew binpêkirin şermezar kirin û herwiha bang li civaka navdewletî kir ku ji bo rawestandina van tawanan guvaşê bike.

Herwiha ENKSê diyar kir, “Divê hemû aliyên çekdar ji deverên şêniyan bên derxistin û meclîsên sivîl ên ku ji xelkê xwecihî pêk tên bên avakirin, da ku xelk bi rûmet û ewlehî vegerin malên xwe.”

Hêjayî gotinê ye, koma çekdar a bi navê Silêman Şah baceke giran li ser darên zeytûnan ên cotkarên gundê Kaxirê ferz kiriye, ji ber ku gundiyan nekarîn bacê bidin, çekdarên wê komê bi ser gund de girtin û hejmareke mezin ji xortên gund girtin.

Jinên gund li dijî van kiryarên grûpên çekdaran derketin xwenîşandanê û nerazîbûna xwe nîşan dan, lê çekdaran bi tundî destterdan kir û li jinan da û gule li wan reşandin, çend jin birîndar bûn û hejmareke jinan jî hatin girtin.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û îşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.