Desteya Herêmên Kurdistanî: Em ji serjimêriya Iraqê bi guman in

Desteya Herêmên Kurdistanî: Em ji serjimêriya Iraqê bi guman in

PeyamaKurd - Desteya Herêmên Kurdistanî yên li derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew di derbarê pêkanîna serjimêriya giştî ya xelkê ya ji aliyê Iraqê ve bi guman in.

Di daxuyaniya desteyê de hate gotin ku deste, bi hendazeyî nêzîkê pêvajoya serjimêriyê bûye û ji bo nirxandina pêvajoya serjimêriyê, wê roja pêncşemê, li Hewlêrê ligel aliyên siyasî civînekê pêk bîne.

Desteya Herêmên Kurdistanî yên li derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe ya di derbarê pêkanîna serjimêriya ku biryar e di 20ê Mijdara îsal de li Iraq û Herêma Kurdistanê bê pêkanîn, nîşan da û tekez kir, ku ew li ser pêvajoya pêkanîna serjimêriyê bi guman in.

Di daxuyaniyê de sedema guman û dilgiraniya desteyê wiha hate ziman: “Ji ber ku ji aliyekî ve maddeya 140 a destûra Iraqê nehatiye cîbicîkirin û ji aliyê din ve jî dîroka serjimariyên borî bandoreke neyênî li Herêma Kurdistanê kiribû û bû ezmûneke tal, em bi guman nêzîkî vê pêvajoyê dibin.”

Herêmên Kurdistanî yên derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê yên wek Kerkûk, Selahedîn

Di daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ya derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de, “Em sipasiya encamên hewlên Wezareta Plandanînê û Desteya Amarên Herêma Kurdistanê dikin. "Wan gelek xebitîn ku bandora siyasî li ser serjimartinê ji holê rakin."

Herêmên Kurdistanî yên derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê

Herêmên Kurdistanî yên derveyê rêveberiya Herêma Kurdistanê, herêmên Kurdin ku li gorî maddeya 140 a destûra Iraqê, divê referandûm bêne kirin da ku xelkê van herêman biryarê bidin ka ew dixwazin bi rêveberiya Herêma Kurdistanê ve yan bi rêveberiya navendî ya Iraqê ve bêne girêdan e, lê belê ji ber ku hikûmetên Baxdayê baş têdigihîjin ku ew referandûm pêk bên, ev herêm wê bi rêveberiya Herêma Kurdistanê ve bêne girêdan ji sala 2005an ve referandûman pêk nayînin.

Weke tê zanîn di dema desthilatdariya Beasiyan de wargehên Kurdan dihatin rûxandin, valakirin û kurd ji axa Kurdistanê dihatin derxistin. Pergala Beas, cihên ku ji kurdan dihatin valakirin, ereb dianîn û bicih dikirin.

Piştî destpêkirina şerê 2003yan ku pergala Beasê têk çû, rewş guherî û Iraqeke nû ya federal hate damezirandin. Li gorî destûra nû ya Iraqê ya ku di 2005an de hate nivîsîn, pêwîst bû kurdên ku bi zora Beasê ji axa xwe hatibûn derxistin şûn ve vegerin ser axa xwe û herêmên din ên Kurdistanê bi rêveberiya Herêma Kurdistanê ve bêne girêdan. Lê belê li dijî vê yekê nerazîbûnên ereban û welatên ku Kurdistanê dagir kirine yên wek; Tirkiye, Îran û Sûriyeyê hebûn û van hêzan nexwestin ku Kurd, li Herêma Kurdistanê sazûmaniyeke birêkûpêk ava bikin û pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Di nav van pirsgirêkan de hikûmetên Iraqê jî xwe nêzîkî pêkanîna referandûmên herêmên Kurdistanî yên ku wê statuya wan li gor referandûman bê diyarkirin nebûn.