Lîsta namzedên hilbijartinên Kurdistanê hefteya bê diyar dibe

Lîsta namzedên hilbijartinên Kurdistanê hefteya bê diyar dibe

PeyamaKurd - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê diyar kir ku ey ê hefteya bê lîsteya namzetên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê pesend bikin û roja destpêkirina kampanyaya hilbijartinê diyar bikin.

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumana Galayî bi daxuyaniyekê ragihand ku Encûmena Komîseran a Hilbijartinan wê hefteya bê lîsteya namzedên hilbijartinên Parlamena Kurdistanê pesend bike.

Li gorî daxuyaniya Berdevk Galayî, piştî pesendkirina lîsteya namzedan, di hefteya bê de wê roja destpêkirina kampanyayên hilbijartinên dewra şeşan a Parlamena Kurdistanê jî ji aliyê Encumena Komisyonan ve bê diyarkirin.

Hilbijartinên Parlamena Kurdistanê wê di 20ê Cotmeha 2024an de bi çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê pêk bên.

Li gor parêzgehan, dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamena Kurdistanê wiha ye:

1. Hewlêr: 32

2. Silêmanî: 36

3. Duhok: 24

4. Helebçe: 3

(Bi tevahî: 95 kursî)

Dabeşkirina hejmara kursiyên kota yên Parlamena Kurdistanê ya parêzgehan:

1. Hewlêr: 2

2. Silêmanî: 2

3. Duhok: 1

4. Helebçe: 0