Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî: Divê bingeha sermijimêriyê ya 1957an be

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî: Divê bingeha sermijimêriyê ya 1957an be

PeyamaKurd - Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî Fehmî Burhan, piştî ku hikûmeta Iraqê 20ê Mijdara îsal wek roja sermijmariya giştî li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, civîneke rojnamevanî li dar xist.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî Fehmî Burhan îro 19ê Îlonê di civîna rojnamevanî de got: “Hemû hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi fikar in li ser serjimêriya giştî ya li navçeyên Kurdistanî, ji ber ku di dirêjahiya dîrokê de, hemû serjimêrî bi mebesta siyasî hatine kirin."

Burhan diyar kir: "Em hêvîdar in ku hikûmeta Iraqê kar ji bo kêmkirina nîgeraniyên welatiyên Kurd û hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê derbarê kirina serjimêriya giştî ya xelkê navçeyên Kurdistanî de bike."

Serokê Desteyê got: “Yek ji wan metirsiyan ew e ku bi sedhezaran welatiyên Iraqê ji parêzgehên başûr û naverast li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ve hatine bicihkirin.”

Herwiha Fehmî Burhan da zanîn: “Me daxwaz kiriye ku serjimêriya sala 1957an bibe bingeh ji bo serjimêriya giştî ya Iraqê.”

Encamên serjimêryariya sala 1957an

Di serjimêriya sala 1957an de, nifûsa Iraqê 6 milyon û 538 hezar û 199 kes bû, Kurd 16%, Ereb (Şîe û Sune) %80 û Tirkmen jî 2% bûn.

Hejmara Erebên Iraqê 5 milyon û 18 hezar û 262 kes, hejmara Kurdan milyonek û 42 hezar û 774 kes, hejmara Tirkmenan 136 hezar û 806 kes û Xiristiyanan jî 206 hezar û 202 kes bû.

Herwiha di serjimêriya sala 1957an de, nifûsa Kerkûkê 187.593 Kurd, 109.620 Ereb, 83.371 Tirkmen û 1.605 Xiristiyan bûn.

 

Ev nivîs 19133 car hatiye xwendin.