Hizbullahê hin deverên Îsraîlê bi moşek û balafirên bêmirov kire armanc!
PeyamaKurd – Hizbullahê ragihand ku wan baregeheke leşkerî û 9 cihên niştecihbûnê li Îsraîlê kirine armanc.
Hîzbullahê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Telegramê de derbarê êrîşên li dijî Îsraîlê de agahî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku baregeha pîşesazî ya leşkerî ya Zevulun a li bakurê bajarê Heyfayê bi moşekan û herêma pîşesazî ya Bar Lev a li rojhilatê Akrê jî bi balafirên bêmirov ên kamikaze hatiye êrîşkirin.
Hat ragihandin ku Hizbullahê yekîneyên leşkerî yên Îsraîlê yên li bajarokên Hula, Hillat Nayif û Aytarun ên li başûrê Lubnanê û cihê El-Marc a li ser sînor bi moşek, balafirên bêmirov ên kamikaze û topan hedef girtin. Hate tomarkirin ku di êrîşan de leşkerên Îsraîlê mirin û birîndar bûn.