Li bajarê Îstenbolê bi sedema PKKê 6 kesan xistin binçav

Li bajarê Îstenbolê bi sedema PKKê 6 kesan xistin binçav

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê bi sedema PKKyî ne hêzên asayîşê operasyon kirin û 6 kesên ku xwepêşandana ne fermî kirine û rêyan girtine, ji 7 gumanbaran 6an xistin binçav.

Dema hêzên asayîşê avêtin ser gumanbaran, dest danîn ser alavên wan yên dîjîtal.

Kesên hêzên asayîşê wan xistin binçav, di 6ê Sermawezê de, li navça Küçükçekmece li taxa Kanarya li hinek kolanan, rê girtine û agir vêxistine.

Di encama şopandina şexsan ya fîzîkî û teknîkî de, nasnamên kesên binçavkirî hatine tesbîtkirin. Beşa TEMê niha îfadên binçavkiriyan distîne û kesê ku neketiye destê polîsan niha lê digerin.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.