Serokwezîrê Iraqê Sudani, li Silêmaniyê bi Bafil Talabanî re civiya

Serokwezîrê Iraqê Sudani, li Silêmaniyê bi Bafil Talabanî re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani, li herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê bi serokê Yekîtiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) bi Bafil Talabanî re civiya.

Di hevdîtinê de Sudani ragihand ku divê di zûtirîn wext de hukumeta Herêma Kurdistanê ava bibe û ji bo partiyên Kurdistanê li hev bikin, hukumeta federal amade ye her destekê bide wan.

Beşa çapemeniyê ya serokwezîrtiya Iraqê di mijarê de ragihand ku di civînê de cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî jî amade bûye û li ser hilbijaretina parlementoya Herêma Kurdistanê û rewşa herêmê ya niha axifîne.

Sudani, di axaftina xwe de got ku di hilbijartinê de terefên ku qezenc kirine, niha li ber wan pêngava herî girîng avakirina hukumetê ye û divê lezê bidin pêvajoyê.

Serokê YNKê Bafil Talabanî jî got ku ji bo peymanên bi hukumeta federal re hatine kirin bicîh werin, divê di zûtir wext de hukumeta Herêma Kurdistanê bê avakirin.

Talabanî ragihand ku divê bêhtir hilberîna petrolê bêkirin, ji bo di navbera herdû hukumetan de hevkariya bi mêzên bibe, ji bo vizyona hevpar biafire, çi ji destê wî were dê bike.

Sudani, ji bo bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtin bike û li ser mijarên girîng yên navbera hukumeta Iraq a Federal û hukumeta Herêma Kurdistanê biaxife, îro çûye Erbîlê. Li Erbîlê, bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û rayedarên din re hevdîtin kiribû.

Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.