Îsraîlê li taxên Şamê du avahî bombebaran kir

Îsraîlê li taxên Şamê du avahî bombebaran kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 14ê Mijdarê artêşa Îsraîlê bi êrîşeke asmanî li taxên Meze û Gadsaya yên Şam a paytexta Sûriyê xist.

Çavkaniyên herêmî diyar kirine ku êrîş li nêzî niştîngehên sivîl pêk hatiye û du avahî hatiye hedefgirtin ku hîn diyar nebûye bê çi di wan avahiyan de hebû.

Herwiha ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê jî ragihandiye ku Îsraîlê êrîşeke hewayî li ser du avahiyan pêk anîye û hejmarek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.

Îsraîlê derbarê êrîşê de ti daxuyaniyek nedaye.

Hêjayî gotinê ye, şevê din jî Îsraîlê li başûrê bajarê Himsê êrîşek pêk anîbû. Îsraîl gelek caran ji ber hebûna milîsên Îranê li ser Sûriyê êrîşan pêk tîne ku di demên dawî de jî binkeyên Hizbullaha Lubnanê yên Sûriyê jî armanc dike.

Ev nivîs 29 car hatiye xwendin.