Rûsya: Divê muzakereyên bi Ûkrayna re li ser bingeha Peymanên Îstenbolê be
PeyamaKurd – Nûnerê Rûsyayê yê li Ofîsa Cenevre ya Neteweyên Yekgirtî Gennady Gatilov ragihand ku divê muzakereyên bi Ûkrayna re yên ji bo rawestandina şerî, li ser bingeha peymanên Îstenbolê û rastiyên li sehayê be. Gatilov her weha ragihand ku Rûsya dixwaze Ûkrayna bibe welatekî ku ji bo Rûsyayê nebe tehdîd. Gatilov, li ser hilbijartina serokê nû yê DYAyê Trump jî ji bo rojnamevanên ACANUyê got:
“Hefta borî Donald Trump bû serokê DYAyê yê 47 em. Di hilbijartina Trump û avakirina hukumeta nû ya DYA re de ti bandorekî Rûsyayê tine. Ji bo qedandina şerê Rûsya-Ûkraynayê ji muzakereyan re Rûsya vekiriye û di demekî dirêj de mijar çareser dibe.
Muzakere, ne li gor daxwazên Ûkraynayê yên ku her wext diguherin bên kirin. Peymanên Îstenbolê hene, rastiyên li sehayê hene û divê müzakere li ser bingeha îro bên kirin.
Divê hedef ne ji bo agirbesekî ji bo seetan an 6 mehan be ku heya muhîmmatan digihînin Ûkraynayê be. Tekane daxwaza me divê Ûkrayna ji bo Rûsya tehdîd nîn be, dost be, bê teref be û bê çek be.
Ûkrayna daîma di destê Rojavahiyan de wekî alavekî hatiye bikaranîn û ev jî ne di berjewendiya Ûkrayna de ye û zerarê dide Ûkraynayê.”
Li ser mijara leşkerên biyanî ku Rûsya wan qebûl dike û pere dide wan, Gatilov got ku niha Rûsya dikare xwe bi xwe îdare bike lê eger hinek herin bixwazin destekê bidin Rûsyayê, dê ew jî qebûl bikin.
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.