Derya Reş bûye seha lêgerîna petrolê û gazê

Derya Reş bûye seha lêgerîna petrolê û gazê

PeyamaKurd – Romanya wê li Derya Reş li petrolê û xazê bigere. Gelek welat gera li petrol û gazê ya bejahiyê qedandine û dest bi lêgerîna deryayan kirine. Yek ji wan dewletan jî Romanya ye.

Platforma petrol û gazê ya bi navê 'Transocean Barents' di ‘Buhira Îstenbolê’ de derbas bû û xwe gihand Derya Reş. Dirêjahiya platformê 120 metre, firehiya wê 77 metre û bilindahiya wê li dora 60 metre ye.

Platform bi xwe ala Giravên Marşalê hildigre. Di dema di bin pira ser ‘Buhira Îstenbolê’ de derbas bû, platform ji ber bilinde, di lingên xwe de avê girt nav xwe û xwe ji pirê re nizim kir da karibe di bin de derbas bibe.

Di dema platform di Buhira Çanakkale û Îstenbolê de derbas dibû,13 keştiyên Tirkiyê destekê didan platformê heya giha Derya Reş.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.