Nîjerya ji bo pêşdebirina çandiniyê 134 milyon dolar kredî sitend
PeyamaKurd – Hukumeta Nîjeryayê ragihand ku Nîjerya ji bo hilberîna çandiniya xwe pêş bixe, ji Banka Geşepêdanê ya Afrîka (AfDB) 134 milyon dolar kredî sitendiye. Wezîre çandiniyê û ewlehiya xidayê Abubakar Kyari ragihand ku kredîyê dê bidin cotyaran da ji wan re bibe destek û wê kredî ewlehiya xidayê jî xwurt bike.
Li gor ragihandina wezareta çandiniyê ya Nîjeryayê; wezîr Abubakar Kyari, li eyaleta Cross Riverê tevlî bernama bi navê ‘Di demsala hişkesaliyê de Çandiniya Netewî’ bûye û xeberê di bernamê de ragihandiye.
Li welatê Nîjeryayê û welatên cîran tevî hişkesalî heye, bi wê re rêxistinên terorî û çeteyan rê nadin ku çandiniya Nîjeryayê pêşde here.
Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.