Hevpeyvîna berî 62 salan a bi Mîr Kamiran Alî Bedirxan re
PeyamaKurd – Nivîskarê lêkoler ê Kurd Rohat Alakom hevpeyvîna rojnamevana Swêdî-Tirk Barbro Karabodayê ya sala 1962yan ku bi zimanê fransî digel Mîrzayê Kurdê herêma Botan a Bakurê Kurdistanê, Mîr Kamiran Alî Bedirxan kiriye ji arşîvan derxist û belav kir.
Di hevpeyvîna ku Botan Timesê belav kiriye de, Mîr Kamiran Alî Bedirxan, di serdema salên 1960î de rewşa Kurdistanê dinirxîne û têbiniyên balkêş parve dike.
Mîrê Botan di hevpeyvînê de dibêje; "Niha ez nûneriya wan kurdan dikim ew kurdên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ez li Ewropa û Amerîkayê hewldanên curbecur dikim. Gava ku Kurdistan serbixwe bibe, ez ê yek ji welatiyên herî bêîdîa yê vê komarê û vê dewletê bim."
Rojnamevana swêdî-tirk Barbro Karabodayê sala 1962-yê bi zimanê fransî ev hevpeyvîn digel mîrzayê kurdê ji herêma Botan, Mîr Kamiran Alî Bedir-Xanî kiye.
— Arif Zêrevan (@ArifZerevan) November 6, 2024
***
Emîr, her dem pir zehmet bûye mirov agahiyên rast ên li ser hejmara kurdan li Rojhilata Navîn bi dest bixe. Ez ji we… pic.twitter.com/8VXMwnvTLf
Pirs û bersivên Mîr Kamiran Alî Bedirxan, ên hevpeyvîna dîrokî ya digel rojnamevan Barbro Karabodayê wiha ne:
Emîr, her dem pir zehmet bûye mirov agahiyên rast ên li ser hejmara kurdan li Rojhilata Navîn bi dest bixe. Ez ji we bipirsim, çend kurd li Rojhilata Navîn dijîn?
Mîr Kamiran: Nifûsa Kurdistanê 12 milyon e. 6 milyon kurd li Kurdistana Tirkiyê, 4 milyon li Kurdistana Îranê û nêzî 2 milyon jî li Kurdistana Iraqê dijîn. Li Sûriyê jî kêmaniyeke girîng a nêzî 500.000 kesî heye.
Gelo ferqên mezin ên berbiçav di navbera kurdan û cîranên wan de hene?
Mîr Kamiran: Ez bawer dikim hene. Kurd bi eslê xwe hindo-ewropî ne, lê cîranên wan, wekî mînak tirk bi eslê xwe altayî û ereb jî samî ne. Di navbera me û îraniyan an jî farisan de xizmatiyek heye ji ber ku ew jî bi eslê xwe hindo-ewropî ne û zimanê me jî zimanekî hindo-ewropî ye.
Rewşa siyasî ya kurdan li van welatan çawa ye?
Mîr Kamiran: Kurdistan di navbera sê dewletan de hatiye parvekirin: Tirkiye, Îran û Iraq. Li Tirkiyeyê rewş gelek xerab e ji ber ku hikûmeta Tirkiyeyê heta hebûna gelê kurd jî înkar dike. Di çarekê sedsalê de wan xwe hînî wê yekê kirine ku ji kurdan re bêjin ‘tirkên çiyayî’. Li Îranê rewş ne wisa ye. Hikûmeta Îranê tu caran hebûna gelê kurd înkar nekiriye. Li Îranê parêzgehek bi navê Kurdistan heye. Rast e ku daxwazên me yên ji bo rizgariya çandî û aborî ya gelê kurd hîn nehatine pejirandin, lê hikûmeta Îranê qet nebe hebûna gelê kurd înkar nake. Li Iraqê, hûn dizanin ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, Kurdistana başûr hate ilhaqkirin, dihat îdiakirin ku Iraq, beşa erebî ya Iraqê, bê Kurdistana Başûr ji aliyê aborî ve ne bikêrhatî ye û ji aliyê leşkerî ve nedihat parastin. Lêbelê, diviyabû Kurdistana Iraqê xweseriya xwe bi dest bixista, li gorî Peymana Sevrê, an jî daxuyaniya hikûmeta Brîtanyayê ya sala 1922an an jî li gorî xala 3yem adestûra sala 1958an.
Piştî şoreşa Iraqê ya 1958an, wisa xuya dikir ku we kurdan ji Qasim hez dikir?
Mîr Kamiran: Erê, lê di 1920 û 1919an de dema ku Tirkiye ji bo serxwebûna xwe têdikoşiya jî wisa bû. Kurdan, bi dilsoziyeke mezin, aliyê tirkan girtin. Û di dema amadekirin û muzakereya Peymana Lozanê de, rêzdar Îsmet Înönû gelek caran got ku Tirkiye welatê du gelan e: tirk û kurd. Lêbelê gava dijwarî derbas bûn, ev tişt hemû hatine jibîrkirin. Heman siyaset ji aliyê Qasim ve jî hate şopandin. Di destpêkê de, Qasim ji rewşa xwe ne pir bawer bû, lewma wî xwe li kurdan girt da ku li dijî hêmanên li dijî şoreşê şer bike. Lê dema ku wî bawer kir ku rewşa wî êdî têr xurt e, êrîşî kurdan kir.
Û îro, li Iraqê çi diqewime?
Mîr Kamiran: Îro şer heye, lê şerên mezin berê çêbûne. Îro nêzîkî hemû Kurdistana Iraqê di bin kontrola kurdan de ye. Kurdan kontrola bajarên mezin ên Kurdistana Iraqê, wekî Mûsil, Kerkûk, Silêmanî an Hewlêrê negirtine da ku sivîlan ji êrîşên hewayî biparêzin. Ez bawer dikim ku hûn vê dizanin, ji ber ku hemû çapemeniya cîhanê jixwe li ser vê mijarê nûçe belav kirine. Artêşa Iraqê ku nikare şervanên kurd têk bibe, bi tirsokî êrîşî gundên sivîlan dike û jin û zarokan dikuje.
Mustafa Barzanî yê ku serokatiya tevgera kurdî li Iraqê dike kî ye?
Mîr Kamiran: Mustafa Barzanî neviyê malbateke pir kevn û rêzdar a ji Kurdistana Başûr e. Ew ji aliyê Komara Mahabadê ve wekî general hatibû tayînkirin û mirov dikare bibêje ku ew îro bi rastî jî qehremanê neteweyî yê kurd e.
Çima jê re dibêjin generalê sor?
Mîr Kamiran: Ev çîrokeke pir kevn e. Di sala 1925an de, dema kurdan li dijî hikûmeta Tirkiyeyê serî hilda, Mustafa Kemal îdia kir ku îngilîz li pişt pişta kurdan in. Wê demê Tirkiye hevalbendê Yekîtiya Sovyetê bû. Îro Tirkiye hevalbendê Rojavayê ye, lewma general Gürsel dudilî nekir ku bibêje: “Em dizanin kî li pişt Barzanî ye”. Ez bawer dikim ku general Gürsel hemtemenê min e û di vî temenî de divê mirov hinekî cidîtir be, ne wisa?
Çend leşkerên kurd hê jî di nav artêşa Qasim de ne ku li dijî hêzên kurdî yên Barzanî şer dikin?
Mîr Kamiran: Niha dibe ku heta 8000 leşkerên kurd hebin, lê wisa xuya nake ku ew hatine şandin ji bo ku li dijî hêzên kurdî şer bikin, ew bêhtir li herêma sînorî ya ber bi Kuwêtê ve ne.
Wisa ye, hûn niha tenê parastina doza kurdan li Iraqê dikin?
Mîr Kamiran: Erê, rast e. Bi ser de jî, heta li Iraqê jî, wekî ku hûn baş dizanin, em dixwazin rêzê li yekparebûna erdnîgarî bigirin, yanî kurd naxwazin ji Iraqê veqetin. Lê ew dixwazin di çarçoveya Iraqê de dewleteke serbixwe hebe.
We demekî berê seredana Amerîkayê kir?
Mîr Kamiran: Erê. Ez li New York û Washingtonê bûm. Min bi derdorên pêwendîdar re têkilî danî û ez ê di nêzîk de dîsa herim wir. Armanca sereke ew e ku em hewl bidin komîsyoneke lêkolînê bişînin Kurdistana Iraqê da ku jenosîdên li dijî gelê kurd hatine kirin belge bikin.
We daxwaza piştgiriyê ji Amerîkayê kir?
Mîr Kamiran: Hûn bêguman dizanin ku di New York Timesê de daxuyaniyek ji general Barzanî heye, lê ez nizanim ew çiqas rast e.
Gelo alîkariya derve ji bo gihîştina armancên we pêwîstiyeke mutleq e?
Mîr Kamiran: Ez nikarim bibêjim ku em bi temamî hewceyî alîkariya derve ne. Lê ji bo sivîlên ku niha di rewşeke xerab de ne, bê mal û star in, û li ber zivistanên dijwar ên Kurdistanê ne – piştî mehekê em ê 20 pileyên jêr sifirê bibînin – em bi rastî daxwaza alîkariyê ji cîhanê dikin da piştgiriyê bide kurdên mexdûr ku hejmara wan ji 100,000î derbas dibe.
Gelo rewşa navneteweyî ya niha ji bo xweseriya kurdî li Iraqê guncav e?
Mîr Kamiran: Ez bawer dikim ku em di serdemeke wisa da dijîn ku hemû gelên cîhanê azad dibin. Lewma ez fêm nakim çima divê kurd jî mafên xwe yên xweseriyê bi dest nexin.
Ger hûn xweseriya kurdî li Iraqê bi dest bixin, dê îmkanên we yên sûdwergirtina ji petrolê ya li ser axa we çi bin?
Mîr Kamiran: Helbet dê bi hikûmeta Iraqê û şîrketên petrolê re lihevhatinek çêbibe. Em ne wekî ku tê gotin, kesên bêhnteng in. Em tenê li pey mafên xwe ne. Em dixwazin, wekî hemû gelên cîhanê, xwedî şertên jiyaneke mirovî û birûmet bin.
Mirovî gelek tişt li ser nakokiyên di navbera eşîrên kurdan de bihîstine. Gelo kurd nikarin bi hev re di aştiyê de bijîn?
Mîr Kamiran: Bêguman kurd dikarin bi hev re bijîn, lê li cem hemû gelan cudahiyên fikrî hene. Gelên herî pêşketî yên cîhanê li ber çavan bigirin, hûn ê bibînin ku her dem cudahiyên fikrî û zehmetî hene.
Rola we ya kesane di rewşa heyî ya kurdan de li Iraqê çi ye û di xweseriyeke muhtemel de dê pozîsyona we çi be?
Mîr Kamiran: Niha ez nûneriya wan kurdan dikim ew kurdên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ez li Ewropa û Amerîkayê hewldanên curbecur dikim. Gava ku Kurdistan serbixwe bibe, ez ê yek ji welatiyên herî bêîdîa yê vê komarê û vê dewletê bim.
Çavkanî: Rohat Alakom - Botan Times
Ev nivîs 195 car hatiye xwendin.