Ûrmiye | Rejîma Îranê 15 sal ceza li girtiyekî siyasî yê kurd birî

Ûrmiye | Rejîma Îranê 15 sal ceza li girtiyekî siyasî yê kurd birî

PeyamaKurd –  Li gorî Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê radigihîne; Naîb Eskerî, girtiyê siyasî yê kurd ê xelkê Ûrmiyê ku berê ji aliyê sîstema dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû mehkûmkirin, hikimê wî yê îdamê veguheriye bi 15 salên girtîgehê û bi cezayê pere hatiye

Heman çavkanî bi bîr dixe ku, vê dawiyê girtiyê siyasî yê kurd Naîb Eskerî  (48) ku berî sê salan hatiye girtin û cezayê îdamê lê hatibû birîn, bi hikimê 15 salên girtîgehê sewqî dadgehê hatiye kirin. Ji aliye şaxê Hemaradê yê şaxê duyemîn ê dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyê ve, bi 15 salên girtîgehê û dayîna cezayê pereyan hatiye mehkûmkirin.

 

Ev nivîs 230 car hatiye xwendin.