Li Duhokê Konferansa Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn tê lidarxistin

Li Duhokê Konferansa Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 22yê Mijdarê 5emîn Konferansa Aştî û Ewlekariya Rojhilata Navîn (MEPS2024) bi beşdariya bi dehan akademîsyen, rêveberên hikûmet û partiyan dest pê dike û 3 rojan dewam dike.

Di konferansa ku heta 24ê Mijdarê berdewam dike de, nêzî 124 akademîsyenên ji 40 welatên cuda beşdarî dikin ku ji sedî 73yê wan cara yekem beşdar dibin.

Di çarçoveya konferansê de, hejmarek panel û komxebat li ser rewşa niha ya cîhanê û Rojhilata Navîn wê bên lidarxistin.

Rêveberê Giştî yê MEPS2024 Dr. Hunar Îsa ragihandiye ku korbend bi hevkariya zanîngehên Harvard, Cambridge, Encûmena Atlantic Council, Wiltson Park û Crisis Response Council (CRC) birêve diçe.

Herwiha bi dehan berpirsên welatan, partîyên ji Iraq û derveyî Iraqê û Herêma Kurdistanê jî beşdarî konferansa îsal dibin.

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.