Felah Mustafa: Eger şandina petrola Kurdistanê destpêbike, Tirkiye ji bo vêya amade ye
PeyamaKurd – Şêwirmendê kevin yê serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Mustafa ragihand ku xebat tên kirin da ji nûh de îxracata petrola Kurdistanê bêkirin û ji bo îxracatê Ankara amade ye.
Li Brîtanyayê li bajarê Londrayê li Chatham House konferansa bi navê ‘Iraq buhirîna sala 2024’ hat lidarxistin; di konferansê de li ser rewşa Iraqê ya aborî, siyasî, hawirdorî û mijarên din munaqeşe hatin kirin. Ji bo îstîqrara Iraqê li ser çareseriyan hûr bûn.
Di nav kesên tevlî konferansê bûn de, serokwezîrê berê yê Iraqê Haydar Abadi û şêwirmendê serokatiya Herêma Kurdistanê Felah Musfata hebûn.
Felah Mustafa di axaftina xwe ya di konferansê de li ser hilbijartina parlementoya Kurdistanê ya 6em axifî, hilbijartinê rave kir û balê kişand ser çend babetan. Felah Mustafa got:
“Komîta hilbijartinê ya bilind ya Iraqê hilbijartinê kontrol kir, tevlîbûna hilbijartinê baş bû. Niha divê di rêya diyalogan de partiyên siyasî hukumetê ava bikin û bersiva bendeyên xelkê bidin. Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bang kir ku diyaloga bingehîn ya avakirina hukumetê bidin destpêkirin.”
Felah Mustafa got ku di hefta borî de, serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudani seredana Kurdistanê kiriye, serdana wî gelek girînge û ji bo terefan ji bo pêvajoyê bimeşînin başe. Li ser têkiliyên navbera Iraqê û herêma Kurdistanê Mustafa got:
“Têkiliyên Erbîl-Bexda mifta îstîqrara Iraqê ye. Eger Iraq di nav xwe de aştiyê çêbike, dê karibe bi cîranan re jî di nav aştiyê de bijî.
Bi desteka DYA, Îngîltere, Almanya û welatên wekî Hollandayê xebatên komkirina hêzên Pêşmerge di bin wezareta Pêşmerge de dewam dike.”
Li ser mijara îxraca petrola Kurdistanê Felah Mustafa got:
“xebatên ji bo îxraca petrola Kurdistanê dewam dikin. Tirkiye di mijarê de amade ye.”
Berê jî serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo çapemeniyê ragihandibû ku pirsgirêka îxracata petrola Kurdistanê ne Ankara ye lê Bexdaye. Divê Bexda xwe di mijarê de sererast bike.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.