Endamê Komîteya Navendî ya PKKê: Îddiaya ku wê PKK dewletekê ava bike, bi temamî pûç e!
PeyamaKurd – Nîqaşên ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû ya çareseriyê hatiye destpêkirin dewam dikin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di 22ê Cotmehê de bang li Rêberê PKKê Abdullah Ocalan kiribû û gotibû, "Rêxistinê fesih bikin, bi Koma DEMê ya li Meclîsê re biaxivin." Herwiha got, "Serokê terorîstan ku dema anîn Tirkiyeyê got 'Ez ji her cure xizmetê re amade me', bi xêrhatin e ku bi awayekî yekalî diyar bike ku teror qediya ye û rêxistina wî wê bê tasfiyekirin."
Endama Komîteya Navendî ya PKKê Hêlîn Ûmît di bernameya ku beşdarî bernameyeke televîzyonê ya nêzî rêxistinê bû de behsa nîqaşên 'pêvajoya çareseriya nû', tayînkirina qeyûman li şaredariyên DEMê û geşedanên dawî kir.
Hêlîn Ûmît bal kişand ser wê yekê ku "PKK wê dewletekê ava bike bi tevahî pûç û derew e" û got, "Eger êrîş bi vê tundiyê bidomin, Kurd bê çareserî nemînin. Kurd her tim xwedî çareserî ne. Ew bi xwe çareseriya xwe diafirînin. PKK xwe bê çareserî nahêle, PKK xwe bê têkilî nahêle, PKK xwe bê siyaset nahêle. Lê ji aliyê paradîgmatîk ve lêgerîneke wiha ya PKKê nîne."
“Îddiaya ku wê PKK dewletê ava bike tiştekî bêwate ye”
Ûmît got, “Di van demên dawî de şervanên taybet û efserên îstîxbaratê di derbarê PKKê de hin nirxandinan dikin."
“Dibêjin PKK wê dewletekê ava bike, dibêjin nizanim wê çi bikin. Li ser esasê parêzbendiyên Rêbertî yên li Îmraliyê hatine pêşxistin paradîgmaya me heye. Fikra ku PKK wê dewletekê ava bike bi tevahî derew û bêwate ye.
Ev jî divê ji gelên Tirkiyeyê re bê vegotin. Ji ber ku gelên Tirkiyeyê yên li derveyî civaka Kurdistanê di nava kelecaneke wiha de ne. Gelek krîz û pirsgirêk hene, lê xema wan e ku PKK wê çi were û çi bike. PKK ne xwedî paradîgmayeke dewletparêz a wisa ye. Rêber Apo got, "Hûn li ser tepsiyeke zêr pêşkêş bikin jî, dewlet mekanîzmaya koletiyê ye, bi dewletê re azadî nîne, ez di esasê xwe de red dikim. Em partiya Rêber Apo ne, PKK partiya Rêber Apo ye.
"Ez ê nekevim nîqaşa dewletbûna kurdan an na"
Ez ê nekevim nîqaşa ku Kurd bibin xwedî dewlet an na, mesele ne ev e. Eger êrîşên qirkirinê bi vê dijwariyê bidomin, Kurd ne bêçareserî ne. Kurd her tim xwedî çareserî ne. Ew bi xwe çareseriya xwe diafirîne. PKK xwe bê çareserî nahêle, PKK xwe bê têkilî nahêle, PKK xwe bê siyaset nahêle. Lê ji aliyê paradîgmatîk ve lêgerîna PKKê tune ye. PKK dixwaze demokrasiya tam ava bike, sosyalîzma radîkal temsîl dike, rastiya wê ya îdeolojîk ev e.
PKK li Ocalan guhdarî dike?
Ûmît bal kişand ser daxuyaniyên ku dibêjin PKKê guh nedaye Ocalan û wiha got: “Dibêjin ku Rêbertî (Ocalan) tiştek derxistiye pêş û PKKê ev yek qebûl nekiriye. Jixwe gelê me me nas dike, lê ez herî kêm ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê, dost û kesên ku me baş nas nakin vê dibêjim. Tiştekî ji PKKê re hatiye tune ye. Tiştek tune li holê. Tiştekî bê nîqaşkirin û bersiva wê bê dayîn tune ye. Nirxandinên weke ku wisa ye, weke ku hatiye gotin lê PKKê qebûl nekiriye, hemû lîstikên şerê taybet in.”