Pîranşar | Rejîma Îranê jineke kurd destgîr kir: Aqûbeta wê ne diyar e

Pîranşar | Rejîma Îranê jineke kurd destgîr kir: Aqûbeta wê ne diyar e

PeyamaKurd – Kurdeke xelkê bajarê Pîranşara Rojhilatê Kurdistanê, ya bi navê Îlham Qaderî ji aliyê hêzên întîzamî yên rejîma îslamî ya Îranê ve hatiye destgîrkirin û ne diyar e bê li ku tê destgîrkirin.

Li gorî nûçeyeke ku gihîştiye ber destên Rêxistina Mafê Mirov a Hengawê, Îlham Qaderî, ya ji bajarê Pîranşarê bêyî ku tu belgeyeke qanûnî nîşanî wê bê dayîn, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat destgîrkirin û ew birine cihekî nediyar.

Li gorî agahiyên li ber destên Hengawê, ekîbeke ewlehiyê ya rejîma Îranê, a 10 kesan ku 2 ji wan jin bûne, bi ser mala Îlham Qaderî de girtine û ew desteser kirine û birine girtîgeha Ûrmiyeyê.

Hengaw tekez dike ku heya dema nivîsandina vê nûçeyê jî, tu zanyariyên berfereh li ser sedemên destgîrkirin, sûc, aqûbet û cihê destgîrkirina vê jina kurd negihîştine ber destên wan.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.