Mesrûr Barzanî dê beşdarî MEPS2024ê bibe
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dê îsal beşdarî 5emîn Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS2024) bibe.
Forûma Aştî û Ewlekariyê ya Rojhilata Navîn (MEPS2024) ku îsal bo cara 5emîn ji aliyê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ve li Duhokê tê lidarxistin, di navbera 22-24 mijdarê de bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê tê lidarxistin.
Gelek berpirsên hikûmet û partiyan dê li ser asta Herêma Kurdistanê beşdarî MEPS2024ê bibin, ji wan Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed e jî.
Rêveberê Giştî yê MEPS2024ê Dr. Huner Îsa îro Çarşemî 20.11.2024ê di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24ê re got, “Forûm dê bi hevbeşî ligel zanîngehên Harvard, Cambridge, Encumena Atletîk, Wilton Park û Encumena Berpirsiyariya Krîzan were lidarxistin.”
Îsa, da zanîn ku ji 40 welatên cuda bi qasî 124 akademîsyen dê beşdarî forûmê bibin û got ku ji sedî 73yê van akademîsyenan cara ewil dê beşdarî forûmê bibin û wiha got: “Di çarçoveya forûmê de derbarê rewşa heyî de dê gelek panel û atolye bên lidarxistin li ser cîhanê û Rojhilata Navîn.”
Huner Îsa diyar kir ku wê îsal bi dehan berpirsên hikûmet û partiyên hundir û derveyê Iraqê û ji Herêma Kurdistanê jî beşdar bibin.
Di Forûma MEPSê de ku roja 20ê mijdara sala borî dest pê kir û sê rojan berdewam kir, Serokwezîr Barzanî nar û hingivê Kurdistanê pêşkêşî Serokwezîrê berê yê Brîtanya Boris Johnson kiribû.
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.