Rûsya ragihand ku Îngîltere raste rast tevî şer bûye

Rûsya ragihand ku Îngîltere raste rast tevî şer bûye

PeyamaKurd – Balyozê Rûsyayê yê Londrayê Andrei Kelin ragihand ku Îngîltere raste rast tevî şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê bûye. Kelin ji bo Sky News a Îngîltere daxwuyanî da û got ku eger ne ji xebatkarên NATO û Îngîltere be, şerekî weha pêknayê.

Ji daxwuyaniyên Kelin tenê beşekî di kanala Sky News a Îngîltere de hat belav kirin. Di beşa yek deqeyekê de, Kelin li ser pirsa ku Îngîltere raste rast tevî şer bûye an nebûye de got:

“ Belê bûye. Îngîltere niha tevî vî şerî bû. Ev şer, eger mudaxeleya NATO û xebatkarên Îngîltere nebûna, nedibû. Ji gelek welatan kes bi ekipman û eskerên xwe ve li terefê Ûkraynayê şer dikin. Li devera Kurskê me yekîneyekî Polonyayê dît ku uniformayên Poloniyan li xwe dikirin.”

Daxwuyaniya Kelin piştî ku di çapemeniya Îngîltere de hat gotin ku fuzeyên ji aliyê Îngîltere-Fransa de tên hiberîn yên bi navê Storm Shadowê ji aliyê Ûkrayna de li ser axa Rûsyayê tên bikaranîn, hat dayîn.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.