Li Lubnanê hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne nêzî 1,9 mîlyonî bû

Li Lubnanê hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne nêzî 1,9 mîlyonî bû

PeyamaKurd – Serokatiya Encumena Wezîran a Lubnanê rapora xwe ya heftane weşand, ku tê de daneyên rewşa dawî ya welat û ziyanên êrîşên Îsraîlê bi taybet tevgera koçberan nîşan dide. 

Li gor raporê, ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve ku êrîşên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê destpê kir, li welêt bi tevahî milyonek û 862 hezar û 790 kes ji cih û warên xwe bûn. Hejmara kesên ku li nav welêt ji cih û warên xwe bûn gihîşt milyonek û 237 hezar û 892 kesan, ji wan 190 hezar û 102 kes li navendên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine vekirin û milyonek û 47 hezar û 790 kes jî li derveyî stargehan bûn. Heta niha 1177 navend ji bo bicihkirina awareyan hatine vekirin, ku 720 ji wan saziyên perwerdeyê yên giştî û taybet in û 976 ji wan gihîştine kapasîteya herî zêde.

Ji 23ê Îlonê û vir ve ku Îsraîlê êrîşên xwe zêde kir, 624 hezar û 898 kes ku jê 390 hezar û 656 Sûriyeyî û 234 hezar û 242 welatiyên Lubnanê ji Lubnanê derbasî xaka Sûriyê bûne. Ji aliyê din ve, ji 8ê Cotmeha 2023an heta niha, artêşa Îsraîlê nêzîkî 13 hezar û 976 êrişên asmanî li ser Lubnanê pêk anîne.

Ev nivîs 23 car hatiye xwendin.