NATO û Ukrayna piştî êrîşa moşekî ya Rûsyayê wê civîneke awarte li dar bixin!
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di daxuyaniya xwe ya ji bo rayedarên leşkerî û pîşesaziya çekan de ragihand ku Rûsyayê dest bi hilberîna Oreşnîkê kiriye.
NATO û Ukrayna roja Sêşemê biryar dan ku civîneke awarte li dar bixin piştî ku Rûsyayê bi mûşekeke balîstîk a hîpersonîk a ceribandinê êrîşî bajarekî navendî li Ukraynayê kir û şerê ku ev nêzî 33 meh in berdewam dike gurtir kir.
Parlamentoya Ukraynayê ji ber zêdekirina tedbîrên ewlehiyê piştî êrîşa Rûsyayê ya roja Pêncşemê li ser tesîseke leşkerî li bajarê Dnieper neçar ma ku yek ji rûniştina xwe betal bike.
Pûtîn xîtabî welatên rojavayî kir û diyar kir ku êrîşa bi moşeka navînmenzîl "Oreşnik" ji ber ku destûr ji Kîevê hatiye dayîn ku moşekên menzîl dirêj ên Amerîka û Îngilîstanê yên ku dikarin kûrtir li axa Rûsyayê bixin bi kar bîne.
Pûtîn roja Înê di daxuyaniya xwe ya ji bo rayedarên leşkerî û pîşesaziya çekan de diyar kiribû ku Rûsyayê dest bi hilberîna Oreşnîkê kiriye.
Serokê Rûsyayê got, “Li cîhanê ti kes ne xwedî çekên wiha ne. Zû yan dereng wê welatên din ên pêşeng jî bibin xwedî wan. Em dizanin ku ev di bin pêşveçûnê de ne."
Herwiha Pûtîn amaje bi wê yekê jî kir ku, ev moşek ne moşekeke navparzemînî ye, lê pir bi hêz e û bikaranîna çend moşekan bi serikên konvansiyonel di yek êrîşekê de dikare bi qasî êrîşa bi çekên stratejîk yan atomî wêranker be.
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.