Mesûd Barzanî û Şêx Cemal Elzarrî pêşhatên dawî yên Iraqê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimaniya Iraqê Şêx Cemal Elzarrî behsa têkeliyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kir.
Îro Yekşemê 24.11.2024 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimaniya Iraqê Şêx Cemal Elzarrî û şanda li gel kir. Di daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî de hat ragihandin, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên Iraqê û giringiya hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de hate gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê, aliyan tekezî li ser pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê kirin.