Şerekî ku tevahiya Rojhilata Navîn biguherîne li ber derî ye!
PeyamaKurd – Weşana Arab News a navenda wî Erebistana Siûdî ye, derbarê şerê li Rojhilata Navîn bi pêşengiya Îsraîlê dest pê kiriye analîzek belav kir ku tê de dibêje, Serokwezîrê Îsarîlê Binyamîn Netanyahû, heta radeyekê di pênasekirina şerê hebûn û nebûnê ya vî şerî de bi ser ketiye.
Di analîza ku behsa paşeroja operasyonên Îsraîlê yên salek li pey xwe hiştine tê kirin û tê destnîşankirin ku Netanyahû baweriyê bi piştevaniya Amerîkayê û bêdengiya welatên Rojavayî tîne.
Şerê herêmî yê herî xeter e
Herwiha tê îdiakirin ku şerê herêmî yê tê çaverêkirin yê herî xeter e û tê gotin, dibe ku rolên aliyan, nexşeyan û paytextan ji nû ve diyar bike.
Di beşeke analîzê de, tê bibîrxistin ku Netanyahû ji ber pêbaweriya piştevaniya Amerîkayê û bêdengiya welatên Ewropî, şer vediguherîne derveyî sînoran ku niha tê hêvîkirin ku êrîşên ser Îranê yên bersivdanê bidomîne.
Îsraîl û Îran êdî ne welatên beriya 7ê Cotmeha 2023yan e
Li gorî Arab Newsê, dîmena derketiye holê gelekî metirsîdar e û Îsraîla niha jî naşibe Îsraîla beriya êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmeha 2023yan ku şerê Xezeyê li pey wê dest pê kiribû. Herwiha Îran jî naşibe Îrana beriya ‘Tofana Eqsayê’.
Amerîka nikare li derveyî vî şerî bimîne
Hate diyarkirin ku Netanyahû, Tehran ji nav şerê wekîlan derxistiye û Rojhilata Navîn kişandiye nava şer ku ev yek bûye sedem ku ne mimkun e Amerîka li derveyî vî şerî bimîne.
Îranê hêvî dikir bêyî bikeve nav şerekî rasterast hêza xwe ya li hêrêmê xurt bike, lê êdî ji ber wekîl ji navberê têne derxistin, ji bo wê jî rewş guherî ye.
Îranê soza alîkariyê bicih neanî
Li gorî nûçeyên medya Îranê, beriya êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê, Hemasê ji Hizbullah û Îranê bi rêya qasidan alîkarî xwestiye, li gorî saloxên bo Yehya Sînwar hatine dayîn, soza alîkariyê hatiye wergirtin. Lê belê ti carî ew piştevanî çênebûye. Dawiya dawî Îran ti carî rasterast nekete nav şer û Hizbullah jî 8ê Cotmehê tenê eniyek vekir.
“Îsraîl bi kuştina Nesrellah û Sînwar derbên giran li wan xist”
Dema piştî salekê li ser vî şerî bê fikirîn, bi belavbûna şer a nav Lubnanê re, beriya hilbijartinên seroktiyê yên Amerîkayê, şerekî rasterast bi Îranê re pekan bûye.
Çalakiyên Netanyahû yên li Xeze û Lubnanê nîşan didin ku Îranê dûrî sînoran bike. Îsraîlê bi kuştina Hesen Nesrellah û piştî demeke kin kuştina Yehya Sînwar derbên giran li Hemas û Hizbullahê xistin.
Bi vî awayî jî Îsraîlê hedefên xwe bilindtir kir û bi vê baweriyê daxwaza xwe ya guherîneke radîkal ragihand.
Netanyahû ji bo serketinê de jî daxwaz kir ku li eniyên berxwedanê yên Xeze û Lubnanê bi danîna sînorên tund re herêmên tampon ava bike.
“Wê rolên aliyan, nexşe û paytext biguherin”
Di analîzê de tê bibîrxistin ku di rewşa em hatinê de, artêşa Îsraîlê li şer û pevçûnên gelek eniyên weke Beyrûd, Şam, Bexda û Sanaayê belavbûyî şer daye destpêkirin.
Şerê mezin ê tê çaverêkirin jî wê hevsengiya hêzê li herêmê biguherîne û ew jî wekî şerekî dijwar tê pênasekirin. Herwiha hema hema êdî ne mimkun e Amerîka jî li derveyî vî şerî bimîne.
Belê di encama şerekî wiha de; wê rol, herêm, nexşe û paytext ji nû ve bêne veguhestin.
Ev nivîs 166 car hatiye xwendin.