Bîrsen Orhan bi daxwaza girtinê li dadgehê ye
PeyamaKurd – Hevşaredara Dersîmê Bîrsen Orhan ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.
Bîrsen Orhan piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Edliyeya Cezayê ya Asliyeyê hat kirin.
Bîrsen Orhan a ku danê sibê ji bo îfadeyê bi parêzerên xwe re çû Midûriyeta Polîsan a Dersimê, piştî karên li wir birin Edliyeya Dersîmê.
Îfadeya Bîrsen Orhan ji aliyê dozgeriyê ve bi îdiaya "Gel tehrîk li kîn û dijminatiyê kiriye" û "Heqaret li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" hat girtin.
Bîrsen Orhan pişt re bi heman hincetê sewqî Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Dersîmê hat kirin û tê payîn ku jêpirsîna wê bê kirin.
Li aliyê din gelek kes li ber edliyeyê kom bûn.