Erebistana Siûdî: "Çareseriya aloziyê avakirina dewleta Filîstİnê ye"

Erebistana Siûdî: "Çareseriya aloziyê avakirina dewleta Filîstİnê ye"

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd diyar kir ku çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn bi avakirina dewleta Filistînê ye û got, "Îsraîl dixwaze rastiya li ser erdê biguherîne û çareseriya du dewletan têk bibe."

Piştî Lûtkeya Hevbeş a Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Komkara Erebî ku li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hat lidarxistin, Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Al Siûd, Sekreterê Giştî yê Komkara Ereban Ehmed Ebû Xeyt û Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Huseyîn Îbrahîm Taha, civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdî Al Siûd diyar kir ku dewamkirina êrîşên li dijî Şerîda Xezzeyê têkçûna hemû civaka navneteweyî ye û got, "Çareseriya kêşeya li Rojhilata Navîn bi avakirina dewleta Filistînê ye."

Wezîrê Erebistana Siûdî diyar kir ku divê astengiyên li ser gihandina alîkariyên ji bo Xezzeyê bên rakirin, destnîşan kir ku di lûtkeyê de agirbest û hevahengiya tedbîrên di vê çarçoveyê de hatin gotûbêjkirin.

Al Siûd got: “Divê em rê nedin civaka navneteweyî rastiya sûcên Îsraîlê yên li Xezayê ji bîr bike. Divê em rê nedin civaka navneteweyî tiştên ku li Xezzeyê diqewimin rewa nîşan bide."

Al Siûd bal kişand ku welatên Ereb û Îslamî ji ber bûyerên ku li Xezzê qewimîn hêrs bûne û got, "Îsraîl dixwaze rastiya li ser erdê biguherîne û çareseriya du dewletan têk bibe."

Al Siûd diyar kir ku divê zext li Îsraîl bê kirin ku dest ji têkbirina rêveberiya Filistînê berde û diyar kir ku welatên Ereb û Îslamî bi biryar in ku piştgiriyê bidin rêveberiya Filistînê.

Al Siûd diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li Xezze û Şerîeya Rojava ji ewlekariya Îsraîlê wêdetir e û destnîşan kir ku ev êrîş ne ji bo mebestên parastinê ne û rojeva Îsraîlê ya mezintir heye.

 
Ev nivîs 167 car hatiye xwendin.