Çîn di şerê Rûsya û Ûkraynayê de banga nermbûnê dike

Çîn di şerê Rûsya û Ûkraynayê de banga nermbûnê dike

PeyamaKurd – Êrîşa Rûsyayê ya bi çekên nukleerî li ser Ukraynayê û bersiva Ukraynayê ya bi çekên dûravêj rageşî li herêmê zêde kir. Ji Çînê banga nermiyê ji partiyan re hat.

Çîn bang li aliyan kir ku xwe ragirin û rageşiyê kêm bikin piştî ku Rûsyayê sînorê bikaranîna çekên nukleer daxist û Ukraynayê moşekên dûravêj avêtin nav axa Rûsyayê.

Di civîna çapemeniyê ya rojane ya ku li Pekînê hat lidarxistin de, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê Lin Cien, piştî ku Rûsyayê doktrîna ku şert û mercên bikaranîna çekên nukleerî ji nû ve saz dike ragihand û Ukraynayê dest bi avêtina moşekên menzîl dirêj ên DYAyê ber bi Rûsyayê ve kir, rageşiya zêde nirxand.

Berdevk Lîn diyar kir ku Çîn piştgiriya çareseriya siyasî ya krîza Ukraynayê dike û got, "Di şert û mercên heyî de divê hemû alî aram bin û bi tedbîr tevbigerin û bi kêmkirina rageşiyê bi diyalog û şêwirê rîskên stratejîk ji holê rakin."

 
Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.